Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê salvegera 6ʹemîn a damezirandina Rêveberiyê li tevahî pêkhateyan pîroz kir.
Daxuyanî bi amadebûna endamên rêveberiya sivîl û saziyên wê, partiyên siyasî, şêx û rûspiyên eşîran hat dayîn.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê Mihemed Xêr Şêxo daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de şehîdên Serhildana 12ʹê Adarê hatin bibîranîn û hate gotin:
“Serhildana 12ʹyê Adarê kevirê bingehîn ê şoreşa me ye.”
Di dawiya daxuyaniyê de soza şopandina xeta şehîdên azadiyê hate dayîn..
“Em soz didin ku em ê şopdarên xeta wan bin heta ku tevahî armancên wan pêk bînin..
Projeya xwe ya neteweya demokratîk belav bikin ku jiyaneke azad û ewle ji gelê me û tevahî gelên Rojhilata Navîn re peyda dike.”
Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê di 12 adara 2017 hat damezirandin ..