Ji bo çek werin firotin, divê despêkê şerek hebe.
Çiqasî xwîn tê rijandin, hinek hene ewqasî qezenc dikin.
Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Stockholmê (SIPRI) rapora xwe ya nû eşekre kir.
SIPRI ragihand ku 100 şîrketên çekan ên herî mezin, firotina çekan di asta ji sedî 1,9 de zêde kirine.
Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Stockholmê (SIPRI) rapora xwe ya 2021’an eşkere kir.
SIPRI ragihandin ku 100 şîrketên çekan ên hreî mezin, di sala 2021’ê de bi bihayê 592 milyar dolarî çek û cebilxane firotine.
Ev rêje li gorî sala 2020’î tê wateya zêdebûna ji sedî 1,9 a firotina çekan.
Li gorî raporê di nava 100 şîrketên herî mezin ên çekan ên cîhanê de 2 şîrketên Tirk jî hene.
Hate ragihandin ku van şîrketan; Aselsan û Aerospace di sala 2021’ê de bi giştî bi 3 milyar û 400 milyon dolarî çek firotine.
Ji 100 şîrketên mezin 27 jê şîrketên Ewropî ne ku li gorî 2020’î van şîrketan jî ji sedî 4,2 firotina çekan zêde kirine.
Bi gotineke din, şîrketên Ewropî bi 123 milyar dolarî çek firotine.
Di nava pênc şîrketên herî mezin Lockheed Martin, Raytheon Technologies, Boeing, Northrop Grumman û General Dynamics de tenê Raytheonê firotina çekan zêde kir.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) bi firotina çekan a bi buhayê 299 milyar dolarî di asta navneteweyî de zêdeyî nîvê çekan difiroşe.
8 şîrketên herî mezin ên çekan ên Çînî di sala 2021’ê de bi buhayê 109 milyar dolarî çek firotin.
SIPRI ya 1996’an hatî damezrandina heta niha lêkolîn, rapor û analîzan di warên wek şer, çekdanîn, kontrolkirina çekan û bêçekkirinê de raporan amade dike.



