Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Soxanekê, Merenaz û Malikiye yên navçeya Şêrawayê topbaran kirin. Di encama toparanê de gelek zirarên madî çêbûne.
Îro danê piştî nîvro, Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Soxanekê, Merenaz û Malikiye yên navçeya Şêrawayê bi giranî topbaran kir.
Dagirkeran nêzî 30 obîs li van gundan xistin.
Di encama toparanê de gelek zirarên madî çêbûn.
Duh jî, Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Bêlûniyê û Bênê yê Şehbayê topbaran kir.
Di topbaranê de, nêzî 65 obîs li deverê ketin û zirarên madî çêbûn.