Jîngeha Kurdistanê ji aliyê dagirkeran ve tê qirkirin û talankirin

Roja 5’ê Hezîranê wek Roja Cîhanî ya Jîngehê (Xweza) hatiye diyarkirin. Tevî guherînên metirsîdar ên av hewayê, li Kurdistanê qirkirina jîngehê jî tê kirin û xaka Kurdistanê tê talankirin.

Roja Cîhanî ya Jîngehê, yekem car di konferansa bi navê ‘mirov û jîngeh’ de ku di navbera 5 ta 10’ê Hezîrana 1973’an de hat lidarxistin de, hat diyarkirin.

Li cîhanê hema bêje ti cihek nemaye ku bandora guherînên av hewayê li ser çênebibe.

Derketina gazên germahiyê didome û zêde dibe.

Li gor salên borî rêjeya wê ji sedî 50 zêdetir bûye.

Di ser vêre jî germbûna zevî dibe sedemê guherînên dayîmî di sîstema xwezayê de.

Salane ji ber erdhejan, tisûnamî, axbarînê û lêhiyan bi sedan milyar dolar ziyan çêdibe.

Ji bilî bandorên guherîna av hewaya cîhanê û sedemên giştî, xwezaya Kurdistanê ji aliyê dagirkeran ve tê bombe kirin, kimyebaran kirin, daristanên wê tên şewitandin, birîn û talankirin.

Li gor agahiyên Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê di navbera 14’ê Nîsanê ta 14’ê Gulana 2022’an de dewleta Tirk a dagirker 164 caran çekên kimyawî li beramberî gerîla bikaraniye.

Par jî bi heman awayî dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê li dijî gerîla çekên kimyawî bikaranî.

Li gor bîlançoya dawî ya rêxistina mafê mirov a Efrînê, ji sala 2018’an û şûnde, artêşa Tirk û çeteyên wê 333 hezar û 900 darên zeytûnan û darên din li Efrînê birîne.

Serokê Desteya Jîngehê ya Başûrê Kurdistanê jî anî ziman ku di navbera salên 2010 û 2019’an de nêzî 100 milyon donim daristanên Kurdistanê ji ber êriş û topbaranên dewleta Tirk û Îranê şewitîne.

Li beramberî van jî heta niha ne hikûmeta Başûrê Kurdistanê ne jî hikûmeta Iraqê hewildanek cidî nekirine.

Iraq di rêza yekem a welatên cîhanê de ye ku herî zû guherîna avhewayê bandora xwe li ser dike.

Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, salane Iraq nêzî 100 hezar donim zeviyên xwe yên çandiniyê ji dest dide.

Pisporên avhewa û jîngehê berdewam rênmayan didin ku pêwîste rêjeya şînkatiyê li Başûrê Kurdistanê were zêdekirin.

Back to top button