Mike Pompeo bang li dewletan kir: Hizbullah weke rêxistineke terorîst bi nav bikin

Piştî ku Brîtanya Hizbullaha Lubnanê xist lîsteya terorê, wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompio bang li dewletên cîhanê kir ku Hizbullah weke rêxistineke terorîst bi nav bikin.

Pompio bi Twîtekê got: ”bi derbasbûna 5 salan li ser koça dawî ya dozgerê Arjentînî Albêrto Nîsman, ku kedeke wî ya mezin ji bo radestkirina gunehkaran bo dadweriyê hebû, em bang li hemû dewletan dikin ku Hizbullah weke rêxistineke terorîst bi nav bikin”.

Desthilatdariya Arjentînê di 18′ tîrmeha 2019’an de fermana cemidandina pereyên Hizbullah dabû û ew bi rêxistina terorîst binav kiribû.

Leave a Reply

Back to top button