Ehmed Mismarî: çeteyên derbasî Lîbyayê bûn, girtiyên DAIŞ û Cebhet el-nusrayê ne

Piştî belavbûna dîmenên derbasbûna çeteyên dewleta tirk yên Sûrî bo Lîbyayê, Artêşa Niştimanî û NY derbasbûna wan teqez kir.
Artêşa Lîbî wiha anî ziman ev çete dibe ku ji DAIŞ û Cebhet el-Nusrayê bin.
Hikumeta Wîfaqê jî li dijî artêşa Lîbî, banga belavkirina hêzeke parastinê li civaka navdewletî kir.

Piştî belavkirina dîmenên derbasbûna çeteyên Sûrî bo Lîbyayê, berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî teqez kir ku ev çete ji balafirgeha Enqereyê gihaştin balafirgehên Terablus û Misratayê.

Li gorî Mismarî, ev çete bi cilên leşkerî di hundirê balafirgeheke sivîl de bûn.

Mismarî destnîşan kir ku “çeteyên Sûrî” yan girtiyên DAIŞ an yên Cebhet el-Nusrayê ne û got:

Em li Lîbyayê bi herikîna pêlên çeteyên tirsnak re rû bi rû tên.

NÛNERÊ NY YÊ LÎBYAYÊ SELAMA: ÇETE GIHAŞTIN LÎBYAYÊ Û HEJMARA WAN DIGIHÊJE 2 HEZARAN

Der barê vê de, nûnerê NY yê taybet bi Lîbyayê Xesan Selama jî heman tişt teqez kir û got, hejmara wan di navbera hezar û 2 hezaran de ye.

Ji bo Kongreya Berlînê jî, Mismarî teqez kir ku bidûrxistina Qeter ji danûstandinan, ji bo wan pir baş e.

EHMED MISMARÎ JI ERDOGAN RE: ÇARESERIYA LÎBYAYÊ, DI RÊYA TÊKBIRINA TIRKIYE Û ÇETEYÊN WÊ RE YE

Der barê daxuyaniya Erdogan a dibêje “rêya çareseriyê li Lîbya, di Tirkiyê re derbas dibe” de, Mismarî wiha bersiv da:

“Aştiya li Lîbyayê, wê bi rêya têkbirina hebûna Tirkî û çeteyên wê re pêk were.”

EHMED MISMARÎ: JI BO DERXISTINA DEREWÊN TIRKIYÊ, EM Ê LI BERLÎNÊ AMADE BIBIN

Her wiha Mismarî Erdogan bi leşkerkirina ciwanan tawanbar kir ku wan tevlî çeteyên DAIŞ û Qayîdayê dike û şerê xwe bi wan dike.

Berdevkê artêşa Lîbî, sedema amadebûna xwe li Kongreya Berlînê jî bi “derxstina derewên dewleta Tirk ji Raya Giştî û herêmî re” ve girêda.

SEROKÊ HIKUMETA WÎFAQÊ EL-SERAC BANGA BELAVKIRINA HÊZEKE PARASTINÊ YA NAVDEWLETÎ LI LÎBYAYÊ KIR

Ji aliyê xwe ve û berî xebatên Kongreyê dest pê bikin, Serokê hikumeta Wîfaqê el-Serac banga belavkirina “hêzeke parastinê ya navdewletî” li Lîbyayê kir.

Serac diyar kir ku eger hêzên Hefter şer ranewestînin wê demê ev hêz pêwîst e.

Leave a Reply

Back to top button