Yûnanistan: Divê Yekîtiya Ewropayê li dijî Tikriyê cezayên hişk bibire

Hikûmeta Yûnanistanê bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku derbarê binpêkirinên Tirkiyê li Deryaya Spî, cezayên hişk lê bibire.

Wezîrê Derve yê Yûnanistanê Nîkos Dindiyas derbarê vekolandina Tirkiyê ya petrola li beravên Yûnanistanê banga destwerdanê li Yekîtiya Ewropayê kir.

Nîkos Dindiyas bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku li dijî kiryarên Tirkiyê li Deryaya Spî de cezayên hişk bibire.

Dindiyas destnîşan kir ku Yekîtiya Ewropayê dikare zextên aborî li Tirkiyê feriz bike.

Wezîrê Derve yê Yûnanistanê di dawiyê de ev tişt anî ziman:

Ger Yûnanistan li pêşiya êrîşke çekdarî ji aliyê Tirkiyê ve hat, li gorî hevpeymanên Yekîtiyê divê welatên di Yekîtiyê de piştgiriya yekser bide me.

Back to top button