Rêveberiya Xweseriya demokratîk 8 firne li Dêra Zorê vekirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li kantona Dêrazorê 8 firne vekirine, nan ji bideh hezaran şêniyên kantonê re peyda dikin.
Komîteya Aboriya Civakî ya Rêveberiya Xweser hewl dide ku projeyên din jî li dar bixe.

Ji bo pêkanîna biryarên Kongreya Xurtkirina Ewlehî û Îstqrarê li Dêrazorê ku 22’yê Cotmeha 2023’yan li dar ketiye, Komîteya Aboriya Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê 8 firne li kantonê vekirin.

Komîteyê li rojavayê kantonê 4 firne û li bakurê kantonê jî 4 firne ku nan ji bideh hezaran şêniyên kantonê re peyda dikin vekirin.

Hevseroka Komîteya Aboriya Civakî ya kantona Dêrazorê Meryem El Hemîdî têkildarî mijarê axivî û got:

“Firneyên ku hatine vekirin barên şêniyan di peydakirina nan de sivik kir.

Gilî kêm bûne, xebat tê meşandin ji bo ku kalîteya nan baş bibe.

Şopandina kalîteya ard, nan û xebitandina firneyên koperatîfan berdewam in.

Komîteya Aboriya Civakî ya Rêveberiya Xweser hewl dide ku projeyên din jî li dar bixe di nav de 4 kargeh hene.”

Back to top button