“Li Bakurê Reqayê di teqîna mayîneke DAIŞ’ê de 16 kes miirn”

Li gundewarê bakurê Reqayê mayîneke çeteyên DAIŞ’ê di erebeya şêniyan de teqiya.
Di encamê de 16 kes mirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê li ser malpera xwe ev agahî parvekir:

“Zêdetirî 20 kesan ji bo komkirina kuvark “Dombelan” li gundewarê bakurê Reqayê li erebeyeke biçûk siwar bûn.

Di encama teqîna mayîneke DAIŞ’ê de 16 kes mirin.”

Navenda Sûriyeyê jî destnîşankir ku di çend hefteyên borî de li herêm û çolistanên Dêrazorê û Reqayê hedfgirtina DAIŞ’ê ji xebatkarên “Dombelanan” re zêdebû yê.

Li gorî Rêxistinê di 6’ê Adarê de jî di êrişa DAIŞ’ê ya li gundewarê rojhilatê Dêrazorê de 18 kes hatibûn kuştin.

Di 25’ê Sibatê de jî ji ber teqîna bermahiyên DAIŞ’ê li beyarê Reqayê 14 kes miribûn.

Back to top button