Mosko: Eger êriş dewam bikin em ê navenda Zaporijya bigrin

Mosko gefa wê yekê xwar ku ger êrişên Ukraynayê dewam bikin, ew ê mezintirîn navenda nukleerî li Ewrûpayê Zaporijiya bigrin.
Serokê Ukraynayê Zelensky jî ragihand ku heta hêzên Rûsya li welatê wî bin, ew ê ti carî peymana aştiyê mohr nekin.

Demên dawî teqînên li derdora navenda nukleerî Zaporijiya rê li ber zêdebûna fikaran vekir.

Heta niha Mosko û Kiev hev ji ber teqaînan tawanbar dikin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres êrişa li dijî navenda nukleerî careke din weke xwekujî binav kir.

Rûsya jî îdîa kir ku teqîn ji aliyê Ukraynayê ve hatine kirin û ev gef xwar:

“Eger êriş dewam bikin, wê navenda nukleerî ya Zaporijiya were girtin.”

Wezîreta Karê Hundir ê Ukraynayê jî ragihand ku rewş ber bi xerabiyê ve diçe û got,

“Divê wela xwe li gorî her encamê amade bike.”

Di vê navberê de Serokê Ukraynayê Zelensky têkildarî hewldanên bidawîkirina şer ev peyam da:

“Heta leşkerên Rûsya li Ukraynayê bin, wê ti peymanên aştiyê neyên mohrkirin.”

Back to top button