Ji bo kêmkirina bandora topbarana li ser kargeha Siwêdiyê yê Dêrikê, navenda kehrebeyê ya Hesekê bi rêya stasyona El Bewab kehrebeyê dide Qamişloyê.
Artêşa Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov û yên şer, saziyên xizmetguzariyê û perwerdeyê, navendên tenduristiyê û zeviyên petrolê yên herêmê ji 19`ê Mijdarê ve bombebaran dike.
Di encama wan êrişan de stasyona Siwêdiyê ya navçeya Dêrikê ku kehrebe dida kantona Qamişloyê, di 23`yê Mijdarê de rawestiya.
Hevserokê navenda kehrebeyê ya Hesekê endezyar Selah Hesen diyarkir ku wek çareseriyeke demkî navenda kehrebeyê ya Hesekê kehrebeyê dide Qamişloyê û got:
Kehrebe ji kantona Hesekê bi rêya stasyona El Bewab a li ser rêya Reqayê digihêje kantona Qamişloyê.