Şengalî li dijî planên dagirkeriya Tirk meşiyan û nameyek ji rayedarên Iraqê re şandin

Bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê û bi beşdariya pêkhateyên Êzidî û Ereb li dijî pîlanên dagirkeriya Tirk doh bi dirûşmeya ‘Na ji dagirkeriya Tirk re’ li Şengalê meşek hate lidarxistin.
Girseya gel, ji Iraqê xwest nebe şîrîkê dewleta Tirk û gotin:”Eger Iraq ne şirîkê plan û êrişên Tirkiyê be bila rê li ber êrişan bigire.
Pêwîste gelê Başûr xiyaneta PDK’ê ya li dijî gelê Kurd qebûl nekin.”

Dewleta Tirk a dagirker û PDK, bi trafîkeke nû ya dîplomatîk a ji bo dagirkeriyeke nû hewl didin Iraqê jî bikin hevpar şerê qirkirinê.

Yek ji qada ku herî zêde dibe mijara bazariyê jî Şengale.

Bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê û bi beşdariya pêkhateyên Êzidî û Ereb li dijî planên dagirkeriya Tirk doh bi dirûşmeya ‘Na ji dagirkeriya Tirk re’ li Şengalê meşek hate lidarxistin.

Girseya gel li ber navenda Ewlekariya Nîştîmanî ya Iraqê kom bûn û daxuyaniyek dan.

Daxuyanî ji aliyê Cîgirê Hevserokên Desteya Rêveber a Şengalê Dexîl Îbrahîm ve hate xwendin.

Dexîl Îbrahîm: Em bang li tevahiya hêzên Iraqê dikin ku nebin şirîkê Tirkiyê

Dexîl Îbrahîm diyar kir ku piştî têkbirina çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê êrîşên dewleta tirk destpêkirin û got:

“Sedema zêdebûna van êrîşan jî bêdengiya hikûmeta federal a Iraqê ye.

Neteweyên yekbûyî û saziyên parastina mafê mirovan jî li beramber van êrîşan bêdeng dimînin.

Hevdîtin û lihevkirinên navbera Iraq û dewleta Tirk de dibin navê, ‘Ewlekarî û parastina sînor’ hewldaneke ji bo bêdengkirina Iraqê û raya giştî ya cîhanî ye.

Tirkiyê dixwaze biqasî 40 km axa Iraqê kontrol bike.

Em bang li tevahiya hêzên îraqê dikin ku nebin şirîkê Tirkiyê.

Pêwîste gelê Başûr xiyaneta PDK’ê ya li gelê Kurd qebûl nekin.”

Dexlî Îbrahîm: Eger Iraq ne şirîkê planê Tirkiyê be bila rê li ber êrîşan bigire

Piştî daxuyaniyê, li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî endama Koordînasyona TAJÊ Şemo Remo axivî û got ger Iraq ne şirîkê planên tirkiyê be bila pêşî li êrişan bigire.

Daxuyanî weke nameyek vekirî radestê rayedarên Ewlekariya Nîştîmanî ya Iraqê hate kirin ji bo bigihînin ber destê hikûmetê.

Tirkiye dixwaze bi kûrahiya 40 km Başûrê Kurdistanê dagir bike

Back to top button