Li Metînayê 3 dagirkerên din hatin kuştin

Sê roj in êrîşên dagirkeran yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam in. Ev êrîş jî weke yên berî xwe rastî bersivdayineke xurt ji aliyê gerîllayan ve tê û herî dawî li Metînayê 3 leşker hatin kuştin.

Hêzên gerîla bi çalakiyan bersivê didin êrişên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Gerîlayan herî dawî li leşkerên Tirk ên dagirker ên li ser girê Zendûra yê Metînayê xistin û tê de 2 leşker hatin kuştin.

Li qada Mamreşo ya Avaşînê jî di navbera hêzên gerîla û dagirkeran de şerekî dijwar diqewime.

Li herêmên parastinê yên Medyayê 2 dagirker hatin kuştin

Duh jî li qada Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, di navbera gerîlayan û dewleta Tirk a dagirker de şer qewimî û hingî jî 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.

Bi vê yekê re jimara kuştiyên dagirkeran heta niha dibe 13 kes.

Back to top button