Buroya jinûveavakirinê ya bajarê Reqayê xebatên xwe yên rakirina kavilan dewam dike

Buroya jinûveavakirinê ya Komîteya Rêveberiya Herêmî ya Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên xwe ji bo paqijkirina bajêr ji bemahî û kavilan dewam dike.

Bajarê Reqayê piştî ji çeteyên DAIŞ`ê hat rizgarkirin ji sedî 65 wêrankirî bû.

Buroya jinûveavakirinê ya Komîteya herêmê tevî kêmbûna amûrên xizmetguzariyê, tîmên pirspor zêdetirî 920 hezar M3 ji kavilan derxistin derveyî bajêr.

Her wiha komîteyê bermahiyên avahiyên şêniyan jî rakirin.

Komîteyê sûd ji kavilên taxên bajêr girt û di sererastkirina rêyan de bi kar anî.

Ji wan pira li ser çemê Belîx li rojhilatê Reqayê, pira Depoyan, pira Romanî û pirên din bûn.

Endamê Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan Ehmed Hico bal kişand ser astengiyên ku rastî wan hatine û wiha got:

Kêmbûna amûran û pirbûna hejmara kavilan pisgirêk bû. Destpêkê me riyên sereke vekirin, piştre yên taxan.

Ehmed teqez kir ku Meclisa Sivîl a Reqayê hewl dide xebata xwe bilez bidomîne heya bajar bi rêjeya ji sedî 100 paqij bibe.

Leave a Reply

Back to top button