Li Kobanê pirsgirêka qutbûna kehrebê didome

Tevî ku kantona Kobanê ji herêmên Sûriyê yên herî zêde jêderên kehrebeyê tê de hene, lê pirsgirêka qutbûna kehrebeyê ya domdar berdewam dike.

Şêniyên kantona Kobanê ji diyardeya qutbûna kehrebeyê ya rojane bi gilî û gazinc in.

Gerînendetiya Kehrebeyê ya kantonê sedemên aloziyê bi taybet di zivistanê de, zelal kirin û diyar kir ku ji ber xerçkirina zêde ya kehrebeyê û kêmbûna asta avê ye.

Bendava Rojava ya ku dikeve başûrê kantonê, derdora 50 megawat Kehrebeyê dide kantona Sirîn û Kobanê.

Lê her du herêm di zivistanê de ji vê hejmarê zêdetir kehrebeyê xerc dikin.

Ev jî zextê li ser toreyên kehrebeyê çêdike û dibe sedema gelek pirsgirêkan.

Endamê rêveber ê Gerînendetiya Kehrebeyê ya Kantona Kobanê Fehid Mihemed dibêje:

Kehrebe rojane 20 saet peyda dibe û 4 saet qut dibe.

Em neçar dimînin li gorî wê kehrebeyê di her taxekê de li beramberî her 5 saetan saetekê kehrebeyê qut bikin.

Leave a Reply

Back to top button