KCK: Newroz li dijî mêtîngeriyê berxwedana gelan e

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê cejna Newrozê pîroz kir û got:”Tayyîp Erdogan û rejîma wî Dehaqê zalim ê vê serdemê ne.
Berxwedana gelan wê teqez zilma Dehaqên zalim têk bibe û berxwedana gelan û azadî wê ser bikeve.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo Newroza 2024’an payameke nivîskî weşand.

KCK’ê di peyama xwe de balkişand li ser wateya newrozê û got:

“Em Newrozê pêşwazî dikin ku yek ji cejnên herî kevn û bi wate yên dîroka mirovahiyê ye.

Newroz li dijî zilm, koletî û mêtingeriyê serhildaneke xurt a gelan e.

Ev kevneşopiya ku bi hezaran sal in nîşaneya berxwedana mezlûman a li dijî zaliman e.

Ji Kawayê Hesinkar heta bi Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan ên ku di afirandina vê roja dîrokî de navê wan têne bilêvkirin.

Afirînerên vê kevneşopiya bi wate nirxên hevpar ên mirovahiyê ne.

Newroz li dijî zilma Dehaqan navê serketina bi berxwedanê û azadiyê ye.”

KCK: Gelê Kurd gelê Newrozê ye

KCK’ê diyar ku gelê kurd afrînerê Newrozê ye û wiha domand:

“Gelê Kurd ku afirînerê Newrozê ye di tevahiya dîrokê de li dijî zilm û mêtingeriyê li ber xwe da û kevneşopiya Newrozê dewam kir.

Bi hezaran sal in bi hesreta azadiyê Newroz bi coş pêşwazî û pîroz kir.

Weke gelê Newrozê hebûna xwe parast û dewam kir.

Rêber Apo ji ber vê rastiyê gelê Kurd weke ‘Gelê Newrozê’ pênase kir.

Di vê serdemê de jî gelê Kurd bi hesreta li azadiyê Newrozê bi hezkirin û coşeke mezin pîroz dike.

Coş û hezkirina gelê Kurd a ji Newrozê ji ber dilxwaziya xwe ya ji bo azadiyê ye.

Em jî bi heman hezkirin, coş, hesret û dilxwaziya azadiyê Newrozê ji dil li gelê Kurdistanê yê welatparêz pîroz dikin.”

KCK: Newrozê bi rengê herî xurt pîroz bikin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya xwe de balkişand li ser êrişên li ser Rojava û Erdogan weke dehaqê serdemê pênasekir û ev bang kir:

“Dewleta tirk rojane êrişê Rojava dike û ev êriş sûcên şer in.

Tayyîp Erdogan û rejîma wî Dehaqê zalim ê vê serdemê ne.

Lewma li dijî wan divê bi ruhê Newrozê berxwedana me bê mezinkirin, divê em sala 2024’an bikin sala serkertinê.

Bi vê armancê divê em bi milyonan mirov dakevin qadan, Newrozê bi rengê herî xurt pîroz bikin.

Berxwedana gelan wê zilma Dehaqên zalim teqez têk bibe, berxwedan û azadiya gelan wê bi ser bikeve.

Back to top button