Siyasetmedarê Kurd: Dijî êrişan pêwîstî bi yekitiyê heye

Dewleta Tirk ji bo ku Iraqê jî bixe nava şerê dijî tevgera azadiyê, ketiye nava liv û tevgerê.
Siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman derbarê mijarê de axivî û got:
“Dewleta Tirk bi hêceta hebûna PKK’ê rojane sivîlan bombebaran dike.
Tirkiyê bi êrişên xwe serweriya xaka Başûrê Kurdistanê binpê dike.
Li dijî êrişan pêwîstî bi yekitiyê heye.”Li aliyekî din jî Melayê Germiyanê Idrîs Jaleyî bang li gel kir ku Remezan û Newrozê bikin boneyek rûbirûbûna dagirkerî û xiyanetkaran.

Dewleta Tirk a dagirker di salên dawî de êrişên xwe yên li ser Gelê Kurd, taybet jî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê zêdetir kiriye.

Vê carê dewleta Tirk ji bo ku Iraqê jî bixe nava şerê dijî tevgera azadiyê, ketiye nava liv û tevgerê.

Siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman derbarê mijarê de axivî.

Mehmûd Osman diyar kir ku dema Kurd parastina xwe dikin, weke terorîst têne binavkirin, lê yên terorîst Tirkiyê ye û got:

“Tirkiyê bi êrişên xwe serweriya xaka Başûrê Kurdistanê binpê dike.

Israra dewleta Tirk a di êrişan de, tê wê wateyê ku baweriya wê bi çareserkirina pirsgirêka giştî ya Gelê Kurd nîne.

Dewleta Tirk bi hinceta hebûna PKK’ê rojane xelkê sivîl, gund, bax û baxçeyê welatiyan bombebaran dike, ev jî ne cihê qebûlkirinê ye.

Li dijî êrişan pêwîstî bi yekitiyê heye.

Pêwîste Gelê Kurd li dijî êrişan xwedî yek helbestî be.”

Mehmûd Osman: Divê em Remezan û Newrozê bikin têkoşîna li dijî dagirkerî û xiyanetkaran

Melayê Germiyanê Idrîs Jaleyî li hember êriş û dagirkeriya Tirkiy balkişand li ser girîngiya Newrozê û got:

“Em jî wek gelê Kurd xwedî xak, ziman, çand û taybetiyên (boneyên) xwene. Yek ji van taybetiyan jî Cejna Newrozê ye ku sembola azadiya gelê Kurd a li dijî zilmê ye

Remezan û Newroz du cejnên Kurdistanî ne û Xwedê ji me daxwaz dike ku em ax û welatê xwe biparêzin.

Divê em Remezan û Newrozê bikin têkoşîna li dijî dagirkerî û xiyanetkaran”

Back to top button