Bi hatina meha Remezanê re azarên penaberên li kampên Minbicê girantir dibin

Bi hatina meha Remezanê re, penaberên kampên Minbicê rastî şert û mercên zehmet ên aborî û jiyanî tên.Koçberên kampên navçeya Minbicê banga alîkariyê ji rêxistinên navneteweyî kirin û gotin:”Ji ber kêmbûna xwarin, derman û kelûpelên germkirinê zehmetiyan dikşînin.Hejmarek nexweş hene ku ji bo dabînkirina xizmetên jiyanê nikarin tiştekî bi dest bixin.Di meha Remezanê de nirxê kel û pelan zêde bûye.”

Kampa Rojhilat a kevin û nû, di sala 2017’an de li gundê Resim El-Exder ê dikeve rojhilatê parêzgeha Minbicê hat avakirin.

Niha jî nêzî 404 malbatan li kampa kevin a rojhilat dijîn.

Lê hejmara penaberan digihije 2200 kesî.

Hejmara malbatên li kampa nû jî digihije 719 malbatî û 4900 penaber tê de cih digirin.

Di vê çarçoveyê de hevserokê kampa nû ya rojhilat Yasir Misto axivî û diyar kir ku rêxistina Ewlehiyê pilêtên xwarinê, paqijkirin û alîkariyên aborî dide û rêxistina Konsêr jî bi dayîna ava vexwarinê û sererastkirina serşokan re mijûl bûye.

Yasir Misto: Koçber ji ber kêmbûna derman û kelûpelên jiyanê zehmetiyan dikşînin

Di heman çarçoveyê de yek ji kesên ku li kampa nû rûdinê, Xedîce Silêman jî wiha got:

“Ji ber kêmbûna xwarin, derman û kelûpelên germkirinê em zehmetiyan dikşînin.

Hejmarek nexweş hene ku ji bo dabînkirina xizmetên jiyanê nikarin tiştekî bi dest bixin.”

Xedîce Silêman bang li rayedarên pêwendîdar û rêxistinên mirovî kir ku alîkariyên guncaw û madî pêşkêşî şêniyên kampê bikin.

Yasir Misto: Di meha Remezanê de nirxê kel û pelan zêde biha bûye

Îbrahîm El-Hemed jî ku li kampê dimîne anî ziman ku di meha Remezanê de nirxê kel û pelan zêde baha bûye.

Koçbera kampa Resim El-Exder a nû Meryem El-Şêx Ehmed jî destnîşan kir ku tenê rêxistina Sêfîtî ji wan re pilêtên madî belav dikirin, lê ev pilêt ji ber buhabûna zêde, têra tiştekî nake.

Back to top button