Hesen Mihemed Elî: Şoreş bi yekîtiya gelan pêş dikeve

Hevserokê Nivîsgeha Peywendiyan a MSD’ê Hesen Mihemed Elî, bal kişand ser krîzên li Sûriyê ku ji ber destwerdana hêzên derve pêk tên û diyar kir ku tenê hevgirtina hêzên li Sûriyê dikare çareseriyek xurt derxe holê.

Tevî ku şoreşa Sûriyê di navbera gelek qonaxan re derbas bûye, lê dikarîbû gelek pêşketinan di warê siyasî, rêxistinî û rêveberî de pêk bianiya.

Gel li dijî hemû êrîşên giran û berdewam serî hildan û bi erka herî mezin ku dengê şoreşê bigihîne her derê, mijûl bûn.

Hevserokê Nivîsgeha Peywendiyan a Meclîsa Sûriya Demokratîk-MSD Hesen Mihemed Elî, derbarê sedema krîza li Sûriyê û çareseriya wê de axivî.

Mihemed Elî diyar kir ku Sûriyê di nava krîzek mezin re derbas bûye û got:

“Gelê Sûriyê di destpêka şoreşa xwe de doza azadî, maf, wekhevî û hevsengiyê kirin.

Lê ji ber destwerdanên derve û tundiya hikûmeta Şamê, şoreş bi awayekî neyînî tevgeriya ku ji şoreşeke doza pêkvejiyaneke aştiyane dikir veguherî rêyeke tengtir ku krîza Sûriyê kurtir kir.

Gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rêya xwerêxistinkirinê de xwedî li şoreşa xwe derketin.

Ev şoreş ber bi yekîtiya gelan û hevjiyana wekhev de ya di navbera pêkhateyan de pêş ket.”

Hesen Mihemed: Tenê hevgirtina hêzên li Sûriyê dikare çareseriyek xurt derxe holê

Elî anî ziman ku ji 2014’an ve ji bo danîna çareyekê ji krîza Sûriyeyê re, hêzên siyasî û neteweyên yekbûyî nexşeyan xêz dikin ku koçberan vegerînin û dest bi diyaloga siyasî were kirin û wiha domand:

“Weke MSD’ê me biryareke ji bo bidawîbûna krîzê girt, ew jî hevgirtina Sûriyan e.

Em gihiştin baweriyekê ku dûrketin ne çare ye.

Ji ber ku em bi tevahî li Sûriyê dijîn.

Rast e dibe ku nêrînên cuda hebin, lê banê me yek e.

Tenê hêzên Sûriyê dikarin krîza xwe çareser bikin.

Bêyî ku tu destwerdanên derve pêk were, Meclîsa Sûriya Demokratîk bûye xeleke ku hemû gelan bi hev ve girê bide.”

Salvegera 13’an a destpêkirina aloziya Sûriyê

Back to top button