Dr.Teysir Ebdulcebar: Tirkiye axa Başûr dagir dike

Sekreterê Giştî yê Kombûna Erebî ya Bo Piştgiriya Doza Kurd Dr. Teysir Ebdulcebar Elusî têkîldarî dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê got, ‘Tirkiye dixwaze serweriya xwe berfireh bike.’

Sekreterê Giştî yê Kombûna Erebî ya Bo Piştgiriya Doza Kurd Dr. Teysir Ebdulcebar Elusî li ser dagirkeriya dewleta Tirk ji Rojnews’ê re axivî.

Dr. Ebdulcebar diyar kir ku di destpêka salên 80’yan de dewleta Tirk destdirêjiyê li ser xaka Başûrê Kurdistanê dike û got:

‘Tirkiye ji rewşa Iraqê û Kurdistanê sûd girtiye û dixwaze serweriya xwe berfireh bike.

Di van salên dawî de bi dehan baregeh û navendên leşkerî yên mezin ji bo îstixbareta leşkerî li ser xaka Iraqê avakiriye û komkujiyan pêk tîne.

Dr.Teysir Ebdulcebar: Divê helwesteke niştîmanî hebe

Sekreterê Giştî yê Kombûna Erebî ya Bo Piştgiriya Doza Kurd Dr. Teysir Ebdulcebar Elusî herî dawî jî got:

‘Ji bo derketina ji vê krîzê, pêngaveke nîştimanî û navneteweyî pêwiste.”

Back to top button