NATO: Vekişîna ji Efxanîstanê divê biryara giştî ya hevalbendan be

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg diyar kir ku ji bo NATO ji Efxanistanê hêzên xwe vekişîne divê biryara tevahî welatên hevalbend were girtin.

Jens Stoltenberg piştî hevdîtina bi serokwezîrê Belçîka Alexander De Croo re daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Stoltenberg li ser pirsên vekişîna hêzên wan ji Efxanîstanê wiha got:

Divê biryara vekişînê bi hevalbendên NATO re were dayîn.

Em kîjan biryarê bidin jî wê her zehmet be.

Sekreterê Giştî yê NATO îşaret bi pêvajoya aştiyê ku niha di navbera Talîban û hikumeta Efxanistanê de pêk tê kir û diyar kir ku ger hêzên xwe vekişin wê ev yek bandorê li pêvajoya heyî ji bike.

Serokê berê yê DYA Donald Trump 29’ê Sibata 2020’an bi peymana bi Talîbanê re îmze kiribû û biryara vekişîna 2 hezar û 500 leşkerên xwe heta 15’ê Çileya 2021’an dabû.

Rêveberiya nû ya Joe Biden jî ragihandibu wê peymana aştiyê ya navbera aliyan careke din di ber çavan re derbas bikin.

Back to top button