Nivîskar û ronakbîr Mensûr Teyfûr ê ji Başûrê kurdistanê li ser rewşa tecrîdê bertek nîşan da û diyar kir Rêber Apo li dijî sîstema dagirkeriyê xwedî teorî û ramaneke nû ye.
Lewma bi riya tecrîda giran kirî hewil didin vê ramanê asteng bikin.
Teyfûr balkişand ser azadiya fîzîkî a rêber Apo û got: Divê bi hezaran Kurd li paytexta welatekê kom bibin û nerazîbûna xwe nîşan bidin.
Nivîskar û ronakbîr Mensûr Teyfûr têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û projeyên wî yên ji bo çareseriya aştiyane, axivî.
Mensûr Teyfûr tecrîd mehkûm kir û destnîşan kir ku Rêber Apo bi pratîka xwe ya siyasî û hilberînê ya teoriyên xwe, ramaneke nû afirandiyê.
Mensûr Teyfûr: Divê di her qadê de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê nîqaş kirin
Teyfûr di dewamiyê de balkişand ser azadiya fîzîkî a Rêber Apo û wiha got:
“Divê di her alî û qadan de azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bê nîqaş kirin.
Ji ber ku azadiya fîzîkîya wî gelek girînge.
Şopandina projeya Rêber Ocalan û dilsoziya bi wî re ne tenê erkê yên PKK’ê ye.
Ev erkê her mirovekê ye.”
Mensûr Teyfûr: Divê ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo hezaran Kurd dakevin qadan
Nivîskar û ronakbîr Mensûr Teyfûr diyar kir ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê em çend rêyan bixin pêşiya xwe û wiha bi dawî kir:
“Divê bi hezaran Kurd li paytexta welatekê kom bibin û nerazîbûna xwe nîşan bidin.
Wê demê dê civaka navnetewî neçar bibe ku daxwazên gelê Kurd berçav bigire û guh bide wan.
Di vê mijarê de tu bandora daxuyaniyan tune ye.
Pêwîste rêxistinên mafên mirovan yên navnetewî li dijî vê tecrîdê têbikoşin û xwe berpirsyar bibînin.”