”Dixwazin her tişta li ser navê Kurdan ji holê rakin”

Bi nêzîkbûna salvegera dagirkirina Efrînê re sûc û hovîtî lê dewam dikin.
Çeteyên ku li Efrînê bicihbûne, bi kêran li zarokekî dan.
Dijî hovîtiyê bi daxuyaniyên cuda dagirkirina Efrînê û sûcên li wir têne kirin hate şermezar kirin û hat gotin ku ew ê rizgarkirina Efrînê bikin destpêka bilindkirina têkoşîn û berxwedanê.

Li dijî van kiryarên hovane û ji bo şermezarkirina salvegera dagirkirina Efrînê, daxuyanî li herêmê hatin dayîn.

Rûspiyên eşîrên Şehba û Efrîn bi vê armancê daxuyaniyek dan û gotin:

“Tirkiyê û çeteyên wê bi van sûcên dij-pîvanên exlaqî û mirovî wê nikaribe rê li daxwaza me ya vegera li Efrînê bigre.”

Rêxistinên Civaka Sivîl li Şehba û Efrînê jî helwesta xwe dijî kiriyaran nîşan da.ç

Rêxistinan diyar kir dewleta Tirk ji bo rakirina her tiştê li ser navê Kurdan bi hezaran sûc li nava Efrînê kir.

“Ev yek jî, ji ber bêdengiya hêzên navnetewî li hember van sûcan pêk tê.”

TAJÊ: Kî bixwaze axa me dagir bike, em ê li hember rabin

TAJÊ têkildarî heman mijarê got:

“Planên ku li ser Efrînê hatin meşandin, niha dixwazin li ser Şengal jî bimeşînin.

Lê bila her kes bizane kî bixwaze axa me dagir bike em ê li ber rabin û ber xwe bidin.”

Back to top button