Dagirkeran gundewarê Şehba û Eyn Îsayê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Şehba û derdora navçeya Til Rifetê û gundên navçeya Eyn Îsayê bi dijwarî topbaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Xirêbşê û derdora navçeya Til Rifetê yên herêma Şehbayê bi dijwarî topbaran kirin.

Heta amadekirina vê nûçeyê nêzî 50 obis û hawin li gundê Xirêbşê ketine.

Her wiha di saetên piştî nîvro jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Fatsa, Hîşe û rêya M4 yên navçeya Eyn Îsayê bi dijwarî topbaran kirin.

Back to top button