Jina ku ji bo bi milyonan jin bûye îlham: Besê Anûş

Di ser salvegera koça dawî ya Besê Anûş a yekemîn jina ku di Têkoşîna Azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest da, 43 sal derbas bûn.
Besê a ku li dora agirekî wesiyeta xwe ji hevalên xwe û gelê xwe re got “Eger ez şehîd bibim, ez bawer im wê bi sedan jin çeka min hildin”, hê jî ji bo jinên bazarcixî û hemû jinan cihê wêrekiyê ye.

Besê Anûş yekemîn jina ku di Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de şehîd bûye.

Besê di sala 1960’î de li gundê Mistolî yê navçeya Esmapur ya navçeya Bazarcix a Mereşê hatiye dinê.

Besê di jiyana xwe ya kurt de di serhildanên mezin cih girtiye.

Paşê tevî malbata xwe li Bazarcixê bi cih bûye û dibistana navîn li vir xwendiye.

Di sala 1977’an de bi Mehmet Gencer re dizewice.

Çîroka Besê ya ku jiyaneke li derveyî zewaca klasîk jiyabû, wê ber bi serhildaneke mîna navê wê watedar ve dibe.

Di sala 1977’an de Besê dest ji dibistana Navîn berda.

Besê û Mehmet di civakê de zewacê red dikin û wekî du hevrê jiyan û xebatên xwe yên şoreşgerî berdewam kirin.

Dema di 27’ê Mijdara 1978’an de navê PKK’ê hat bihîstin, Besê yek ji jinên yekemîn bû ku PKK’ê nas kir.

Pêşketinên ku wê ber bi vê serhildanê ve bir, Komkujiya Mereşê bû ku wekî destpêka pêvajoya derbeya 12’ê Îlonê tê dîtin.

Besê piştî qetlîamê zêdetir dest bi xebatên şoreşgerî kir.

Di operasyona ku piştî îlankirina damezrandina PKK’ê li Bazarcix dest pê kiribû hat binçavkirin û êşkence kirin.

Piştî serbestberdana wê zêdetir giranî da ser xebata xwe ya şoreşgerî.

Besê piştî ku hat berdan, dîsa bi hovîtiyeke nû ya binçavkirinê ru bi ru ma.

Dema neaxivî dîsa hat berdan lê vê carê , tevlî nava refên PKK’ê bû.

Besê di Adara 1981’ê de li herêma bi navê “Kela Piçûk” di encama pevçûnekê de Şehîd bû.

Besê Anûş 43 sal in ji bo mîlyonan jinan dibe îlham.

Tevgera jinên Kurd îro têkoşîna jinê ya bi pêşengiya Anûşê bi felsefeya “Jin jiyan azadî” ya Rêber Abdullah Ocalan ve gihandiye cîhanê.

Back to top button