Li 15 navendên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê cejna Newrozê hat pîrozkirin

Îro li 15 navendên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê cejna Newrozê bi beşdariya 100 hezaran hat pîrozkirin.
Li qadên Newrozê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka kurd derketin pêş.

Li Wan, Colemêrg, Şirnex, Riha, Dîlok, Stenbol û Îzmîr jî di nav de, îro li 15 Navendên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê agirê Newrozê gur bû.

Ji qadên Newrozê bangên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka kurd bilind bûn.

Newroza Wanê: Gelê me wê vê tecrîdê bişikîne

Newroza Wanê, li quntara Keleha dîrokî bi beşdariya sed hezaran bi rengekî heybet hat pîrozkirin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk DBP’ê Keskîn Bayindir û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari yên beşdarî bernameya li wir bûn xitabî girseyê kirin.

Siyasetmedaran diyar kirin gelê Kurd ji bo azadiya Rêber Apo li ser pêya ye û gotin:

“Gelê me wê vê tecrîdê bişikîne.”

Newroza Şirnexê: Newroz Serhildana li dijî zilm û mêtingerîyê ye

Li Şirnexê tevî barîna barana zêde jî qada newrozê tije bû û cejna berxwedanê bi coş hate pîrozkirin.

Li wir Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Buldan anî ziman Newroz ne tenê cejneke û got:

Newroz serhildana li ber zilm, mêtingerî û talankeriyê ye.”

Li Dîlok, Colemêrg û Rihayê bi hezaran daxwaza azadiya Rêber Apo kirin

Li Dîlok, Colemêrg û navçeyên Sêwereg, Xelfetî û Pirsûsê yên Rihayê jî welatî li dora agirê Newrozê kom bûn.

Di pîrozbahiyan de daxwaza azadiya Rêber Apo û girîngiya hilbijartina şarederiyan derket pêş.

Di Newroza Stenbolê de wêneyên Rêber Apo hatin bilindkirin

Kurdistaniyan li nava bajarên Tirkiyê jî agirê Newrozê geş kirin.

Ev der Qada Yenîkapiyê ya bajarê Stenbol a Tirkiyê ye.

Li wir jî bi sed hezaran kes bi hildana posterê Rêber Apo peyama xwe dan.

Piştî agirê Newrozê ji aliyê xizmên girtiyan û dayikên aştiyê ve hate vêxistin, coşa girseyê gihişt lutkeyê.

Agirê Newrozê li gelek bajarên Tirkiyê jî bilind bû: Em tecrîdê bişkînin

Li Îzmîr, Osmaniyê, Tekirdag, Kocaelî, Bursa û Denîzliyê jî cejn bi tevlibûna hezaran kesan li dar ket.

Li qadan, peyamên, “Em cihên tecrîdkirî hilweşînin” hate dayîn.

Back to top button