Berovajiyê gotinên Erdogan ku dibêje ji ber erdhejê kes mexdûr nebûye, li herêmên erdhejê kerasetên mezîn rû didin. Ji roja ewil ve tenê partiyên siyasî, sazî û rêxistinên demokratîk û civakî ji bo mexdûrên erdhejê ketine di nava seferberiyê de. Li bajaroka Bulam a navçeya Çêlikan a Semsûrê malbata Şenses di gomê de bi sewalên xwe re dijî. Ji ber ku dewletê kon nedaye wan malbata Şenses jî koza berxikan a di goma miyên xwe de ji xwe re kiriye mal û di nav sewalan de dijî.
Back to top button