Bi boneya salvegera 24ʹemîn a Komploya Navneteweyî ya 15ʹê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan çalaiyên gel dewam dikin. Îro jî li gelek deverên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çalakiyan banga azadiya Rêber Apo hate kirin.
Bi boneya salvegera 24ʹemîn a Komploya Navneteweyî ya 15ʹê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan çalaiyên gel dewam dikin.
Îro jî li gelek deverên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çalakiyan banga azadiya Rêber Apo hate kirin.
Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê banga tevlêbûna çalakiyên roja 15ʹê Sibatê werin li darxistin, kir.
Li bajarê Qamişlo û navçeyên Tirbespiyê, Çilaxa û Til Berak li ser komploya 15’ê sibatê semîner, civîn û meş hatin lidarixstin.
Ciwanên herêma Firatê li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan dest bi mesa dirêj kir û banga azadiya wî ya fîzîkî kir.
Beriya çalakiyê, endama Rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan Firyal Temî axivî û got:
“Rêber Ocalan ji beriya 24 salan de li girtîgehê li dijî zulm û zordariya dijminên gelê Kurd li ber xwe dide. Hebûna rêbertî tê wateya hebûna civakê.”
Piştre, meşê ji gundê Rovî yê başûrê Kobanê dest pê kir.
Tê payîn ku ciwan di 3 rojan de 20 kîlometreyan bimeşin.
Oldarên Tebqayî jî li dijî komploya 15’ê sibatê daxuyanî da.
Oldaran bang li civata navneteweyî, rêxsitnên Olî û rêxistinên mafên mirovan kirin ku ji bo bidawîkirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi erkên xwe rabin.
- Reqa
Şêniyên Reqa bi meşekê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo şermezar kir.
- Dêrazor
Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD li bajarokê Hecîn ya Dêrazorê der barê komploya Naventeweyî ji şêniyan re semînerek li dar xist.