Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik anî ziman “Xeyrî, Kemal, Akîf û Elî Çîçek rihê PKK’ê û Rêber Apo nîşanê dewleta Tirk dan.” Bayik eşkere kir ji wan re hatiye gotin Mûsûd Barzanî gotiye ew ê nehêle şerê navxweyî pêk were û piştrast kir “Ev soz divê di pratîkê de pêk were û peşmerge ji qadên gerîla derkevin û dorpêça li ser wan rakin.”
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di bernameya taybet a televizyona Sterk tv de mijarên di rojevê de nirxand.
Cemîl Bayik balkişand tecrîda li ser Rêber APO û diyar kir ku di şexê rêber apo û tevgera me de li ser kurdan polîtîkayan qirkirinê tê meşandin.
Bayik diyar kir ku dema faşîzma AKP-MHP Tengav dibe bi sozê hevdîtina Rêber Apo re dixwaze gel bixwapîne, divê kes bawer neke.
Cemîl bayik: Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi çalakiya xwe rastiya Rêber Apo û PKK’ê nîşanê dijmin dan
Cemil Bayik bi taybetî li ser berxwedana Mezin a 14’ê Tîrmehê sekinî, şehîdên nemir Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek bibîr anî.
Bayik diyar kir ku berxwedêrê 14’ê Tîrmehê bi çalakiya xwe rastiya Rêber Apo û PKK’ê nîşanê rîjîma 12’ê îlonê dan.
Cemîl Bayik: Gerîla li Metîna, Avaşîn û Zapê bi rihê 14’ê Tîrhemê têdikoşin
Cemîl Bayik destnîşankir ku gerîla li metîna, avaşîn û zapê bi rihê 14’ê tîrmehê berxwedana dîrokî nîşan dide.
Cemîl Bayik: Em ji gotinên birêz Mesûd Barzanî kêfxweşin hêvîdarin di pratîk de pêk bê
Cemîl Bayik diyar kir ku ji wan re hatiye gotin ku Mesûd Barzanî gotiye ewê nehêle şerê navxweyî derkeve.