Tevgera Mezopotamya di roja 3. de çalakiy xwe ya li Hesekê bidawî kir

Di berdewamiya çalakiyên pêngava parastina çand û hunera herêmê de Tevgera Mezopotamya bi dirûşmeya “Dem dema azadiyê ye” li Hesekê çalakiyên xwe bi dawî kirin.

Tevgera Mezopotamya li Navenda Çand û Hunerê ya Hesekê di roja sêyemîn de sinivîzyonek der barê berxwedana 14’ê Tîrmehê de, pêşan da.

Piştre, Filmê “JI BO AZADIYÊ” ku îşaretê berxwedana Yekîneyên Parastina Sivîl a Sûra bajarê Amedê kir ku li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk meşandin, pêşkêş kir.

Bi dehan endamên saziyên sivîl, şêniyên bajarê Hesekê û endamên Tevgera Çand û Hunerê beşdarî çalakiyê bûn.

Çalakî di roja seyemîn de bi dawî bû.

Back to top button