Avahî li ber hilweşînê ne lê alavên hilweşandinê tune ne

Hikumeta Şamê hîna jî, ji bo alîkariya mexdurên erd hejê bêdenge û bi ser de nahêle ku alîkarî derbasî herêmên ku zirar dîtine bibe. Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tevî dorpêçê û nebûna pêdiviyan jî, xelên ji herêmên hikumeta şamê pêşwazî dikin. Welatî banga vekirina riyan dikin.

Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo parastina şêniyan, hewl dide avahiyên qelişî xirab bike.

Hevserokê Nivîsgeha Teknîk a Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Ednan Caro got: Me biryara hilweşandina avahiyên zêde zirar dîtine da. .

Lê hikumeta Şamê rê nade ku alavên hilweşînê derbasî taxan bibin.

Caro anî ziman ku divê hikumeta Şamê bihêle alav derbas bibin da ku evahiyên zirar dîtî bi ser xelkê ve nekevin

55 Malbat ji herêmên hikumeta Şamê berê xwe dan Şêxmeqsûdê

Li aliyê din, li gorî rapora Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, 55 malbatên ji taxên din ên Helebê jî berê xwe dane stargehên ku meclisê amade kirine.

Tevî dorpêçê jî, meclisa her du taxan li gorî derfetên xwe hewl dide pêdiviyên mexdûrên erdhejê pêk bîne.

​​​​​​​Firqeya 4’an jiyana şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye dixin xetereyê

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye ragihand ku hêzên Hikumetê nahêle alîkarî jî derbasî her du taxan bibe.

Meclisê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û got: Di salên aloziyê de her du tax bi awayekî hovane hatin topbarankirin, zirar gihaşt piraniya avahiyan.

Bi erdhejê re, bingeha van avahiyan zaîf bûn û bi hilweşînê re rû bi rû mane.

Meclisê ji bo kesên bê war mane, kon vedan, hol, mizgeft û dibistan amade kirin û alîkarî li wan belav kirin.

Meclisê dawiyê diyar kir ku pêwîstiya bajêr bi alîkariyan heye, lê alîkarî li deriyên Helebê ne û Firqeya 4’an nahêle ku derbasî bajêr û her du taxan bibin.

Welatiyên ku ji ber erdhejê ji malên xwe derketine jî banga vekirina riyan dikin.

Dewleta Tirk gef li şandeya ku hewl da alîkariyê derbas bike xwar

Ev 5 rojin jî çeteyên dewleta Tirk û hikumeta Şamê rê nadin alîkariyên Rêveberiya Xweser amade kirine derbasî herêmên di bin serweriya wan de bibin.

Dîmenê ciwan mele di gurupê de heye
Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mele Îbrahîm diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker gef li şandeya navbeyankar xwariye ku hewl dan alîkariyê derbas bikin.

56 Partî û rêxistinên Sûrî ji bo erdheja li Sûrî bang li NY kir

56 Partî û rêxistinên Sûrî bi daxuyaniyekê bang li civaka navneteweyî, NY û yên rêxistinên sivîl kir ku bilez bikevin dewrê û Sûriyan ji bin kavilan derxin.

Back to top button