Duh balafireke dewleta Tirk erebeyek li gundewarên Kobanê kir armanc. Di encama êrişa hewayî de endamê TEV-DEM’ê Mehmûd Beşar şehîd bû.
Îro bi merasîmekê şehîd Mehmûd Beşar li goristana şehîd Dicle hate oxirkirin.
Di merasima oxirkirinê de, Hevserokê Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî, Silêman Silêman axivî û got:
“Di demekê de ku cîhan bi aloziya mirovî ya li herêmê mijûl e, dewleta Tirk a dagirker welatiyên herêmê hedef digire û ev yek li dijî hemû nirxên exlaqî ye.”
Hevseroka Desteya Hundirîn a herêma Firatê Sozdar Şêxo jî diyar kir ku dewleta Tirk qirkirina gelên herêmê armanc dike û wiha domand: “Hesabên dewleta Tirk şaş in, em xwediyên nirx û pîvanan in.
Çiqas hewl bide me bitirsîne û çiqas êrişî me bike jî, em dest ji xaka xwe bernadin.”
Di dawiyê de wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.