Jinên Minbic: Ji ber bombebaranê em nikarin zeytûnên xwe berhev bikin

Li gundewarên Minbicê ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker zetûn nayên komkirin. Jinan Minbicê anîn ziman ku jiber bombebarana dewleta Tirk bi hezaran eraziyên çandiniyê ziyanê dibînin û Zeytûnên ku di meha Cotmehê de tê komkirin nekarin kom bikin.

Êrîşên dewleta Tirk yên li dijî hermên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bandorê li qada jiyanê dike..

Zeytûnên ku divê di meha Cotmehê de werin komkirin ji ber êrişan nehatiye komkirin.

Li Xeta Al-Farat û Yasta ku dikeve Rojavayê Minbicê 11 hezar û 906 eraziyên çandiniyê tên bombebarankirin.

Cotkar ji ber topbaranê nikarin biçin zeviyên xwe yên çandiniyê.

Zakiya Al-Muhammed ya ji gundê Al-Dandaniyah yê Minbicê, dibêje gundê wan bi dijwarî tê topbarankirin:

Fisteq, Hinar û darên me ên zeytûnan hene.

Gel dahata xwe ji van berheman dabîn dike.

Dewleta Tirk nahêle em berhemên xwe berhev bikin.

Zakiya kirinên dewleta Tirk yên li dijî xelkê herêmê şermezar kir û got:

Em ji fêkiyên darên ku me çandine bê par mane.

Dewleta Tirk dibêje ez dewletek ya Îslamî me, ev Îslamek çawa ye? Îslamê kengê teror û tirs belavkiriye û zarok kuştî ye.

Ahlam Tamer ya ji heman gundî jî bal kişand ser şerê ku ev 12 sale didome û got:

Ji ber êrîşan em di nava tirseke mezin de ne.

Li aliyekê xaka me, li aliyekê malên me tên topbaran kirin.

Ev 6 sale ji ber bombebaranê me zeytûnên xwe kom nekiriye.

Ahlam bang li civaka navnetewî kir ku êrîşên dewleta Tirk rawestîne.

Back to top button