Li navçeya Girkê Legê turnuvaya futbolê dest pê kir

Komeleya Helêq a Werzîşê li navçeya Girkê Legê turnuvaya fotbolê bi navê wefedariya Şehîdên Hemze-Beg li dar xist.

Şeva berê, li Komeleya Helêq a Werzîşê ya navçeya Girkê Legê turnuvaya fotbolê bi navê Şehîdên Hemze-Beg ên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê hate destpêkirin.

Lîstikvanên beşdar ji 37 salî û jor de ne.

Turnuva wê mehekê dom bike û 25 tîmên ji tevahî bajar û navçeyên Qamişlo ji pêkahteyên Kurd, Ereb û Suryan beşdar bin.

Merasîma turnuvayê bi beşdariyeke girseyî dest pê kir.

Piştre maça destpêkê ji hêla tîmên Şehîd Muaz û Roj ve hate destpêkirin û bi 2 li hember 2 bi dawî bû.

Komeleya Helêq a Werzîşê her sal, 2 turnuvayên sereke li dar dixe.. ya yekê bi navê Turnuvaya Newrozê û ya din jî Turnuvaya Wefedariya Şehîdên Rojava ye.

Back to top button