Li Bangladeşê agir bi kampa penaberên Rohîngya yan ket.
Di şewatê de 2 hezar kon şewitîn, 12 hezar kes jî koçber bûn.
Şewat li Kampa 11 a li Cox’s Bazar, herêma sînorî ku zêdetirî milyonek penaberên Rohingya lê dimînin, derket.
Rayedaran bal kişandin ku di bûyerê de 2 hezar kon şewitîn û 12 hezar kes jî koçber bûn.
Rêxistinên alîkariyê yên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) û Bernameya Xwarinê ya Cîhanê jî di nav de wê erzaq û piştgiriyê bidin.
Rêveberên herêmê dibêjin, ew heta niha jî nikarin zerer û ziyanan texmîn bikin.
Hate piştrastkirin ku ti ziyanên canî çênebûne û agir hatiye kontrolkirin.
Rayedarekî polîsê xwecihî diyar kir ku hîna sedema şewatê nehatiye diyarkirin.
Berê jî li kampên penaberan ên li Cox’s Bazar a li başûrê rojhilatê Bangladeşê şewat derketibûn.