Li Pakistanê êrişek xekujî: 9 polîs hatin kuştin

Li eyaleta Belucistan ya Pakistanê li dijî maşîneyeke polîsan êrişek xwekujiyê pêk hat.
Di encamê de 9 polîsan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî nûçeya Rojnameya Dawn, li ser pira Bolanê ya li sînorê herêma Kaççî û Sibiyê li dijî wesayîta polîsan êrîşeke xwekujî pêk hat.

Di encama êrîşê de 9 polîs jiyana xwe ji dest dan û 11 jî birîndar bûn.

Heta niha ti aliyekê berpirsyariya êrîşê li xwe negirtiye.

Li Pakistanê êrişên terorî zêde dibin

Di mehên dawî de êrîşên terorîstî li Pakistanê zêde bûne.

Bi taybetî ev êriş li parêzgehên Xeyber Pakhtunxwa û Belucistanê pêk tên.

Îslamabad diyar kir ku ev êrîş ji aliyê Talîbana Pakîstanê (TTP) ya li Efxanistanê hatine plankirin û rêvebirin.

Efxanistan jî ji aliyê xwe ve ev îdia red kir.

30’ê Çile di dema nimêja nîvro ya li Peşawara ya Pakistanê de careke din êrişek xwekujî pêk hatibû.

Wê demê di êrişa li mizgeftê pêk hat de, piraniya wan polîs 102 kes hatibûn kuştin.

Back to top button