Artêşa Lîbya êrişeke çeteyên DAIŞ’ê têk bir

Li Lîbya aloziya siyasî û ewlekarî, rê li zêdebûna tevgera DAIŞ’ê vedike.
Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê ragihand ku êrişeke çeteyên DAIŞ`ê li herêma Xedwa ya başûrê Sebhayê têk biriye.

Hêzên artêşê duh êvarê êrişa çeteyên DAIŞ`ê li herêma Xedwa ya başûrê Sebhayê têk bir.

Artêşa Lîbyayê di daxuyaniyekê ku li ser hesabê xwe yê Facebookê belav kiriye, wiha got:

“Operasyona leşkerî ya li dijî çeteyên DAIŞ`ê li herêma Xedwa çend saetan dom kir.

Yekîneyên leşkerî herêm bi temamî dorpêç kir û dest bi lêgerînê kir da ku çeteyên mayî bigire.”

Li gorî tora Rûsya El-Yewm, hêzên artêşê gelek teqemenî û telefonên di erebeyên çeteyan de desteser kirine.

Hat diyarkirin ku di nav koma çeteyan de berpirsê teqemeniyan serçeteyê tunisî Hîşam Bin Haşimî jî heye.

Piştî hilweşandina deshilatdariya Lîderê berê yê Lîbya Miemer El-Qezafî ya di sala 2011’an de, li welat valetiyek mezin di warê siyasî û ewlekariyê de pêk hatiye.

Back to top button