Elon Musk bi 44 milyar dolarî twitter kirî

Rêveberê Tesla û SpaceX Elon Musk yê çav berdayî Twitterê dawiyê de gihişt armanca xwe.
Musk bi 44 milyar dolarî yek ji şirketa herî mezin ya medya civakî Twitter kirî.

Di daxuyaniya ku li ser Twitterê hat dayîn de hat ragihandin ku lihevkirin çêbûye ku her parek bi 54,2 dolarî ji Musk re were firotin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî temamkirina danûstandinan Twitter wê bibe şirketek taybet.

Musk di daxuyaniyê de got,

“Azadiya derbirînê kevirê bingehîn ê demokrasiyek bikêrhatî ye û Twitter meydana bajarokê dîjîtal e ku tê de mijarên ji bo pêşeroja mirovahiyê têne nîqaş kirin.”

Musk diyar kir ku ew dixwaze Twitterê ji berê baştir bike.

Musk destnîşan kir ku tora medyaya civakî xwedî potansiyelek mezin e û ew li bendê ye ku bi şirket û bikarhêneran re bixebite da ku wê eşkere bike.

Musk yê berê ji sedî 9,2 pişka (hise-par) Twitterê kirî, di daxuyaniya xwe ya 14’ê Nîsanê de ji bo tevahiya Twitterê 54,2 dolar pêşkêşî her pişkek kir.

Di nûçeyên medyaya Amerîkayê de hat ragihandin ku Musk ji bo kirîna Twitterê bi rêvebiriya şirketa medyaya civakî re dest bi danûstandinan kiriye.

Piştî nûçeyên navborî, hîseyên Twitterê yên ku li borseya New Yorkê tên kirin jî bêtirî ji sedî 5 zêdetir qezenc kirin.

Back to top button