Li Yemen..Di nava 4 mehan de bêtirî 33 hezar kes koçber bûn

Şerê mezhebî yê li Yemenê nêzî 8 salane didome.
Ev şerê ku bi xwere wêraniyek zêde aniye, heta niha bûye sedema kuştina bi sedhezaran kesî.
Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ya girêdayî NY ragihand ku ji serê salê ve bêtirî 33 hezar kes li Yemenê neçar mane ku ji cih û warên xwe koç bibin.

Li gorî rapora rêxistinê ekîbên wan diyar kirin ku jimara malbatên ku îsal neçar mane ji cih û warê xwe derkevin 5 hezar û 556 e.

Ev malbat bi giştî ji 33 hezar û 336 kesan pêk tên..

Ev dane li gorî koçberiya ji despêka 2022 û heta 23 Nîsana ve ye.

Piraniya koçberan ji ber şer û pevçûnên li bajarên Hudeyde, Taîz û Dalî cih û warên xwe terikandin.

Husiyên li Yemenê yên ku Îran piştgirîya wan dike, ji Îlona 2014’an ve paytext Sana û hin herêm din kontrol dikin.

Hêzên koalîsyona bi pêşengiya Erebîstana Siûdî ji Adara 2015’an ve li dijî Hûsiyan piştgiriya hikûmeta Yemenê dike.

Di şerê ku 7 sal in li welêt dewam dikin de, nêzî 377 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.

Krîza însanî ya ku ji ber şerê navxweyî li Yemena ku di nav welatên herî feqîr ê cîhanê de ye mezin bûye, gihîştiye astên metirsîdar.

Back to top button