Lindsey Graham: Ger Tirkiyê êrîşên xwe bidomîne, wê têkiliyên me qut bibn

Senatorê Emerîkî Lindsey Graham li ser êrîşên dewleta Tirk a li ser Til Temir û Kobanê hişyarî da û got ku wiha dom bike wê têkiliyên me bi temamî qut bibin

Senatorê Komarparêz Lindsey Graham li ser hesabê xwe yê Tewiterê îşaret bi gotinên Serokomarê Tirk Erdogan a ‘Em dixwazin biçin Kobanê’ kir û got:

Divê Tirkiye xwe ji tevgerên ku rê li ber nakokiyên zêde li Kobanê û Til Temirê veke, dûr bixe.

Lindsey Graham ev peyam da:

“Ger ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Kurdan û Xiristiyanan ên li Til Temir û Kobanê bidomin, hemû tiştên li pey têkiliyên Tirkiye û Kongresa Emerîkî wê qut bibin.

Em Tirkiyê vedixwînim ku raweste û bikeve nava hewldanên têkiliyeke ku bi ser bikeve.”

Leave a Reply

Back to top button