Li Kobanê cenazeyê şehid Gelî Kobanê hate oxirkirin

Şêniyên bajarê Kobanê bi merasîmekî cenazeyê şervanê Hêzên Komandos Gelî Kobanê oxirkirin.
Li bajarê Minbicê jî, sersaxî ji malbata şehîd Ehmed El Kurdî re hat xwestin.

Xelkê bajarê Kobanê ji bo oxirkirina cenazeyê şervanê Hêzên Komandos Gelî Kobanê li goristana şehîdan kom bûn.

Şehîd Gelî Kobanê dema li ser erka xwe bû li Şedadê şehîd bû.

Endamê Meclisa Giştî a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)`ê a Kantona Firatê Salih Nûh sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina xeta şehîdan da.

Piştî axaftinan, wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Xelkê Minbicê sersaxî ji malbata şehîd Ehmed El Kurdî re xwestin

Li Mibicê jî sersaxî ji malbat şehîd Ehmed El Kurdî re hate xwestin.

Şehîd Ehmed El Kurdî 15`ê Adarê li bajarokê Erîme yê kantona Minbicê şehîd bûbû.

Di bin kon de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Huda El Casim destnîşan kir ku şehîd rûmeta welat û nifşên bê ne.

Ji fermandarên Eniya El Ekrad Ehmed Bîrawî axivî û soz da ku rêya şehîdan û berxwedana wan berdewam bikin heta ku serketinê bi dest bixin.

QSD’ê nasnameyên 4 şervanên şehîd eşkere kirin

Back to top button