Li Dêrazorê heta niha zêdeyî 30 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê operasyona xwe ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê li herêma Dêra Zorê didomîne. Di oparasyona tolhildanê de heta niha zêdeyî 30 çete hatine girtin.

ji bo vir hemu dimenên berê bikar bênin… û yên tunelê yên doh…

23 Çileyê Hevseroka Meclisa Til Şayîrê Seda Feysel El-Hermas û Cîgera wê Hind Letîf El-Xidêr, ji aliyê şaneyên veşartî yê DAIŞ’ê ve hatin revandin û kuştin.

QSD’ê jî ji bo tolhildana herdu jinên şoreşger, li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê di 4’ê sibatê de operasyonek berfireh da despêkirin.

Operasyona QSD’ê li çola Dêra Zor û sînorê navbera Sûrî û Iraqê didome.

Duh jî di çarçoveya operasyonê de, li navçeya Deşîşayê tuneleke girêdayî çeteyên DAIŞ`ê hatibû dîtin.

Li gorî çavkaniyên taybet yên televsiona me Ronahî Tv re ragihandî heta niha zêdeyî 30 çete hatine girtin, ku di nava wan 4 serçete hene.

Her wiha QSD’ê cebilxaneyeke mezin a çeteyan li herêmê bi dest xistiye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê jî dimenê dawî yê oparasyonê li ser malpera xwe ya fermî weşand.

Back to top button