Bi rasthatina salvegera Komploya 15’ê Sibatê rêze çalakî pêk tên

Bi rasthatina salvegera Komploya Navneteweyî a 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Ocalan rêze çalakî pêk tên.

Şêniyên navçeya Til Birak di vê derbarê de semînerek li dar xist.

Di simînerê komploya li dijî rêber ocalan û tecrîda girankirî bi berferehî hat nirxandin.

Her weha hat diyar kirin ku bi têkoşîn û berxwedana xwe dê li hemberî siyasetên dagirker bi ser bikevin, ji ber ku xeta rêber Abdullah Ocalan dimeşînin.

Şêniyên Reqayê banga bidawîkirina tecrîdê kirin

Meclisa giştî a bajarê Reqayê jî bi daxuyaniyekê komploya navnetewî a li dijî Rêber Abdulah Ocalan şermezar kir û bang li hikumeta Tirkiye kir ku tecrîda li ser rêber Ocalan bi dawî bike.

Daxuyanî li çerxeriya El-Neîm a bajêr bi tevlîbûna bi dehan şênî û endamên saziyan hat dayîn.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:

Komploya li dijî rêber Ocalan ji komployên li ser gelan pêk hatî ne-qute bi tayîbet gelê kurd.

Rêber Ocalan nunertiyan bi melyonan kurd û netewên din dike yên ji bo azadî û aştî têdikoşin, em tecrîdê qebûl nakin ji ber ku ne li gorî qanûnên nav-netewiyê, pêwîste bi lezgînî Rêber Ocalan were berdan.

Dawiya daxuyaniyê, bag li saziyên mefên mirovan, saziyên navnetewî û YE hat kirin ku bi erka xwe ya insanî rabin, zextê li tirkiyê bikin û tecrîdê bi lezîgînî bi dawî bikin.

“Rêber Apo li dijî sistema desthilatdar, netewa demokratîk pêşxist”

Li bajarê Hesekê jî bi rasthatina salvegera 22. a Komploya Navneteweyî Koodînasyona Kongra Star û PYD’ê semînerek li dar xist.

Di semînerê de Koordînatora Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo axivî komploya navneteweyî şermezar kir û got:

Rêber Apo wekî alternatîfa pergala baviksalar, hevjiyana azad pêşniyar kir. Herî zêde jî hewl da ku jin xwedî li kesayeta xwe derkeve û rola pêşengtiyê bigire.

Piştî axaftinê derbarê jiyana Rêber Abdullah Ocalan de sînevîzyonek hate pêşkêşkirin.

Back to top button