Dewleta Tirk li herêma Berwarî Bala ya Dihokê gaza kîmyawî avêtiye

Dewleta Tirk a dagirker li herêma Berwarî Bala ya Dihokê gaza kîmyawî avêtiye 3 kes jî jê bandor bûn.

Balafirên şer ên dewleta Tirk herêma Berwarî Bala ya Dihokê bombebaran kir.

Li gorî nûçeya ROJNEWS’ê ku agahiyên ji herêmê girtin di bombebaranê de gaza kîmyawî hatiye bikaranîn.

Hat ragihandin ku ji gundê Hirûrê 3 kesên sivîl ji ber gaza kîmyawî ya bombebaranê bandor bûne.

Hat gotin ku bêhna wan teng bûye, çavê wan sor bûye û ji bo nexweşxaneyê hatine rakirin.

Back to top button