28 balafirên Çînê li ser Asîmanên Taywanê firiyan

Di demeke ku welatên NATO û G7 li dijî Çînê daxuyaniyan didin, balefirên Pekînê li ser asîmanên Taywanê firiyan.
Wezareta Parastinê ya Taywanê ragihand ku 28 balafirên Çînê derbasî sînorê welat bûne.

Li gorî daxuyaniyê, binpêkirina ku doh pêk hat, a herî mezin e ku ji par ve hatiye tomarkirin.

12’ê Nîsanê jî 25 balafirên şer ên Çînî sînorên asmanî yên Taywanê binpê kiribûn.

Pekîn li ser axa Taywanî hebûna mafê xwe îdîa dike.

Zêdeyî 70 sal in her du welat li pêşberî hevin.

Rêveberiya Taywanê ji dagirkeriya Çînê ya li welat ditirsin.

Binpêkirinên roja Sêşemê piştî daxuyaniyên G7 û NATO hatin ku Çîn wekî “gef” hatibû binavkirin.

Back to top button