Iraq..Di xwepêşandanên li Bexdayê de kuştî û birîndar hene

Li Iraqê hilbijartina pêşwext ya 10’ê Cotmehê jî nekarî aramiyê ji bo welat bêne.

Îro careke din paytexta Bexda di nava qêrîna xwepêşandêr û guleyên artêşê de ma.

Di xwepêşandana li dijî encama hilbijartinê hate lidarxistin de, 2 kes hatin kuştin û nêzî 100 kesan jî birîndar bûn.

Piştî nimêja Înê îro aliyên Şîe yên ji encamên hilbijartinê nerazî, li dijî encamên hilbijartinê li Bexdayê jî daketin qadan û ber bi herêma Kesk a Bexdayê ve çûn.

Li ber deriyê herêma Kesk di navbera xwepêşander û polîsan de alozî derket.

Hêzên ewlehiyê hemû deriyên herêma Kesk girtin.

Tê gotin di aloziyê de 2 kes hatine kuştin û 90 jî birîndar bûne.

Tê gotin ku Artêşa Iraqê, Hêza Operasyona Bexda û Hêza Operasyona Hevbeş û Polîsên Federal li beramber xwepêşanderan rawestiyane.

Komîteya Amadekar a Xwepêşandanê diyar kir ku gumanên li ser Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê dewame û daxwaz ji Dîwana Dadwerî ya Bilind kir ku ji bo rizgarkirina welat ji metirsiyan destwerdanê bike.

 

Back to top button