Rêxistina ‘Pax’ a Hollandî: Dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê avê weke çek bikar tîne

Dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê bi çêkirina bendavên nû û qutkirina avê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.
Rêxistina “Pax” a Holandayê tekildarî kirinên dewleta Tirk û çeteyên wê raporek weşand.

Rêxistinê di rapora xwe de eşkere kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî gelên herêmê avê weke çekekî bikar tîne.

Di raporê hat gotin “Çeteyên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê yên girêdayî Enqereyê 3 bendav li ser ava çemê Xabûrê ava kirine û her sê bendavên hatine avakirin, bandorên neyînî li herêmê dike.

Her wiha hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ava stasyona Elokê ya li Serêkaniyê, ji ser milyonek kesên li herêmê qut kiriye û stasyonê wek çekekê li dijî şêniyên herêmê bi kar tîne.

Di dewama raporê de hate gotin ku “Çeteyên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê bi armanca birçîkirina sivîlan û koçberkirina wan vê pêktine û ev rêbazekî şer e taybet e”

Dawî de Rêxistina “Pax”ê ji hêzên navneteweyî xwest ku destwerdanê li vê rewşê bikin.

Back to top button