Bi hezaran şêniyên Efrînê şervanê HRE şehîd Şoreş Andok oxirkirin

Bi hezaran şêniyên Efrînê cenazeyê şervanê HRE’ê Şoreş Endok li goristana ‎şehîdên Berxwedana Serdemê ya li Şehbayê oxir kirin.

Girseyê cenazeyê şehîd bi karwaneke ji dehan erebeyan birin goristana şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê ya Şehbayê.

Li goristanê merasimek hate lidarxistin.

Di merasîmê de yek ji rêveberên Meclisa Malbatên ‎Şehîdan a herêma Efrînê Fewzî Mistefa sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got,

“Li gel pilanên qirkirina gelê Kurd PDK’ê xiyanet û hevkariya xwe bi dewleta Tirk re dewam dike û agahiyên li ser cihên gerîla dide dijmin ji bo na ku êrişî gerîla bike.”

Mistefa soza şopandina rêya şehîdan heta rizgarkirina Efrîn û hemû herêmên dagirkirî da.

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hate kirin û cenaze bi diruşmeyan hat oxirkirin.

Back to top button