Doza Kobanê ku 21 jê girtî 108 siyasetmedar têne darizandin dewam dike

Li Enqerê,7’êmîn rûniştina Doza Kobanê ku 21 jê girtî 108 siyasetmedar tên darizandin dewam dike.
Hevserokê Giştî yê berê ye HDP’ê Selahedîn Demîrtaş, di Doza Kobanê de axivî.
Demîrtaş diyar kir ku bi vê dozê dixwazin HDP’ê terorîze bikin û tolê hilînin.

7’êmîn rûniştina Doza Kobanê ku 21 jê girtî 108 siyasetmedar jiber li dijî êrişên DAIŞ’ê yên ser Kobanê derketin têne darizandin, li Enqereyê dewam dike.

Parêzer, parlamenter, endam û rêveberên HDP’ê yên navenda û navçeyên Enqerê û ji bajarên cûda gelek kes tevlî rûniştinê bûn.

Piştî tespîtkirina nasnameyan rûniştinê dest pê kir û destpêkê Endama berê ya Desteya Rêveber a Navendî a HDP’ê Pervîn Odûncû axivî û derbarê berdanê de parastin kir.

Odûncû, da zanîn ku li Tirkiyeyê bawerî bi darazê nemaye, demokrasî pêk nayê û ji ber van sedeman krîz zêde dibin.

Demîrtaş: Dadgeha ku DMME’yê nas nake wê çawa li ser navê huqûqê me darizîne

Piştî Odûncû Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahadîn Demîrtaş, derbarê girtina xwe de mafê axaftinê girt.

Demîrtaş biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê-DMME bi bîr xist û bal kişand ser bêhuqûqiya dadgehê û ev tişt got:

“Dadgeha we ne xwedî hêz û rayeya ku biryareke hiqûqî bide.

Dadgehê gelek biryarên navberê da. Hin kesan Got, “Biryara DMME me girê nade.” Ez xala 90’emîn a Destûra Bingehîn nas nakim .

Saziyeke dadgeriyê ya ku DMME’yê nas nake, wê çawa li ser navê hiqûqê me darizîne?

Demîrtaş di dewama parastina xwe de diyar kir ku ji bo darizandina wan li holê ti delîl nîne, delîlên derew û şahîdên derew hene, lê ji ber berpirsariya gelê xwe ew parastina xwe dikin.

Selahêdîn Demîrtaş: Ji vê dozê dixwazin HDP’ê terorîze bikin

Demîrtaş da desnîşan kirin ku endamên Dageha Destûra bingehîn a Tirkiyê ji aliyê Erdogan ve têne wezifedar kirin û îşaret bi sedemên darizandinê kir.

Demîrtaş got, “Derdê wan yê ji vê dozê weke navgîneke terorîzekirina HDP’ê û bi rêya binçavkirinan êrîşî muxalîfan dike.

Vê yekê weke navgîneke tirsandina civakê û doza tolhildanê bi kar tîne.

Li ser fermana Erdogan em li vir tên ragirtin.”

Demîrtaş da zanîn ku ev 5 sal in bi awayekî bêhuqûq gelek kes ji vê dozê têne darizandin, tevî biryara DMME’yê jî girtiyan bernadin.

Her wiha Demîrtaş di parastina xwe de bilindbûna nirxê dolar ya li beramberî lîreyê tirk û rewşa xirab ya aboriya Tirkiye jî nirxand.

Demîrtaş ji zanyarên aborî û gel xwest ku ger dixwazin sedemên bilindbûna nirxê dolar bizanibin bila werin doza komploger a Kobanê bişopînin.

Back to top button