Bi boneya salvegera 6ˊan a dagirkirina Efrînê ji gelek aliyan ve daxwiyanî hate dayîn.
Aliyên ku daxwiyanî dan dagirkeriya Tirk û sûcên wê şermezar kirin.
Her wekî bang li civaka navneteweyî kir ku dagirkeriya Tirk bi dawî bikin û çeteyan ji herêmên dagirkirî derxin.
Bi boneya sala 6’an a dagirkirina Efrînê û şermezarkirina wê gelek daxuyanî hatin dayîn.
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê daxuyaniyek da.
MSD’ê diyar kir ku ji roja dagirkerina Efîrnê dagirkeriya Tirk qirkirina komî û etnîkî bi awayekî aşkera pêk tîne û got:
“Tevahî kiriyar bi dîmen û agahiyên ji Efrînê tên vê yekê îsbat dikin.
Her wiha raporên rêxistin û jêderên pêbawer van sûcan aşkera dikin.
Herî dawî jî raporek derket û hebûna dewleta Tirk li xaka Sûriyeyê bi dagirkeriyê wesif kir.”
MSD: Divê civaka navnetewî dagirkeriya Tirk bi dawî bike
Meclisê berdewama dagirkeriya Tirk û sûcên wê li herêma Efrîn şermezar kir û ev bang kir :
“Divê civaka navneteweyî dagirkeriya Tirk bi dawî bikin .
Ji ber ku berdewama siyasetên dewleta Tirk aştî û ewlehiyê dixe xeteriyê.”
Her wiha bang li Sûriyeyiyan û hêzên wê yên demokratîk kir ku rê li pêş timayên dewleta Tirk ên fireh bigirin.
Rûspiyên eşîrên Şehba û Efrîn: Dixwazin her tişta li ser navê Kurdan ji holê rakin
Rûspiyên eşîrên Şehba û Efrîn bi vê armancê daxuyaniyek dan û gotin:
“Tirkiyê û çeteyên wê bi van sûcên dij-pîvanên exlaqî û mirovî wê nikaribe rê li daxwaza me ya vegera li Efrînê bigre.”
Rêxistinên Civaka Sivîl li Şehba û Efrînê jî helwesta xwe dijî kiriyaran nîşan da.
Rêxistinan diyar kir dewleta Tirk ji bo rakirina her tiştê li ser navê Kurdan bi hezaran sûc li nava Efrînê kir.